Beyan Samî: Amerîka wek hevbeşekî li Herêma Kurdistanê dinere

Beyan Samî Ebdilrehman: Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dixwaze hevsengiyê di pêwendiyên xwe de li gel Îran û Amerîka biparêze.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdilrehman ji Kurdistan24ê re ragihand, ku pêwendiyên baş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistan de hene û Amerîka weke hevbeşekî li Herêma Kurdistanê dinere.

Derbarê Hikûmeta dahatî ya Iraqê, nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka got: Washington dixwaze Iraq aram be, lewra ji Herêma Kurdistanê xwestiye ku piştevaniya Hikûmeta dahatî ya Iraqê bike.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku şandeke hevbeş ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê, derbarê sizayên Amerîka li ser Îranê, serdana Washingtonê kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dixwaze hevsengiyê di pêwendiyên xwe de li gel Îran û Amerîka biparêze.

N.O