Berhem Salih: Min dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê

Serokê Lîsta “Hevpeymanî ji bo Demokrasî û Dadperwerî” Berhem Salih aşkere kir, bi belê dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê û ev deng ne tenê ji bo îro ye, ji bo pêşeroja vî welatî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Lîsta “Hevpeymanî ji bo Demokrasî û Dadperwerî” Berhem Salih aşkere kir, bi belê dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê û ev deng ne tenê ji bo îro ye, ji bo pêşeroja vî welatî ye.

Piştî dengdana li bilkeyeke bajarê Silêmaniyê, Berhem Salih daxuyaniyeke rojnamevanî da û got: “Min dengê belê da, bi hêviya biryareke pêdaçûyî û jîrane ji bo têgihêştin û pêgihêştin ligel pêkhateyên Iraqê û navçê be, ji bo Kurdistana serbixwe bibe jêdera aramî û ewlehiyê, ne tenê ji bo Kurdistanê, belkû ji bo hemû navçeyan.”

Got jî: “Ev deng ne tenê ji bo îro ye, belkû ji bo pêşeroja vî welatî ye, bi hêviya ku ew êşên bi ser gelê Kurd de hatine, careke din dubare nebin.”