Amerîka piştevaniya gotûbêjên ciddî di nav Hewlêr û Bexdayê de dike

Şanda Amerîkî tekezî li ser pêwendiyên di nav Amerîka û Herêma Kurdistan de û berdewamiya hevkariyê û piştevaniya Herêma Kurdistanê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel nûnerê serokê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de Brett Mcgurk û alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka Andiryo Pik û balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Sliman civiya.

Di civînê de şanda mêvan dilxweşiya xwe li ser kêmbûna bakokiyan û destpêkirina civînên erênî di nav Hewlêr û Bexdayê de, da xuyakirin.

Şanda Amerîkî diyar kir, ku ew bi hêvî ye civînên du alî berdewam bin, heya encameke guncayî bê dîtin, bi taybet li ser pirsa firîngehan, mûçe û pêdiviyên din yên Herêma Kurdistanê.

Wê şandê tekezî li ser pêwendiyên di nav Amerîka û Herêma Kurdistan de û berdewamiya hevkariyê û piştevaniya Herêma Kurdistanê kir, herweha piştevaniya xwe ji bo piroseya siyasî û hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sipasiya rola Hevpeymana Navdewletî kir di şerê dijî DAIŞê de, ku di salên dawî de bi serkêşiya Amerîka roleke mezin lîstiye û daxwaz kir ku pêwîst e Hevpeymana Navdewletî bi awayekî berdewam handana Hewlêr û Bexdayê bike daku hemû kêşeyan çare bikin.