Şandeke Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Roja çarşem 20.09.2017 li bajarê Silêmanî, bi serpereştiya birêz Dr Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û amadebûna birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, û aliyên siyasiyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di du rojên pêş de şandeke Kurdistanî serdana Bexda bike û bi hurî babeta referandûma serxwebûnê û armanca gelê Kurdistanê ya berdewamiya dostayetî û hevkariyê wekî du cîranên baş li gel Iraqê ji berpirsên hemû aliyên siyasî yên Iraqê zelal bikin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Roja çarşem 20.09.2017 li bajarê Silêmanî, bi serpereştiya birêz Dr Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqê û Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û amadebûna birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, û aliyên siyasiyên Kurdistanê li bajarê Silêmanî civiyan.

Li vê civînê de, di destpêkê de Dr Fuad Meh'sum behsa destpêşxeriya xwe ya ji bo çareseriya kêşeyên Kurdistan û Bexda kir û wan hewlan jî xistin ber behs ku ji aliyê civaka navdewletî ve li holê dane.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Komarê Iraqê kir ji bo destpêşxeriyê û bi hurî behsa wan sedeman kir ku bûne sedema wê yekê ku gelê Kurdistanê biryara encamdana referandûmê bide. Serok Barzanî ronahî kir ku me hemû awayên peywendiyê li gel Bexda ceriband, ji lamerkeziyê ve bigre heta otonomî û federalî û hemûyan şikest anî, ji ber ku li Bexda tenê dem û çav guherîn û heman eqliyet hukimrane ku bawerî bi pêkvejiyan û şeraket û hebûna gelê Kurdistanê nîne. Niha jî gelê me bi xwe dixwaze di derbarê çarenivîsa xwe de biryar bide. Lê belê em dixwazin berî referandûm û piştî referandûmê jî li gel Bexda guftûgo bikîn heta bibîn dû cîranên baş.

Paşê civînê de biryarê dan li dû rojên pêş de şandekî Kurdistanî serdana Bexda bikin û bi hurî babeta referandûma serxwebûnê û armanca gelê Kurdistanê li berdewamiya dostayetî û hevkariyê wekî dû cîranên baş li gel Iraqê, ji bo berpirsên hemû aliyên siyasiyên Iraqê rûn bikin.​