Biro: Em li dijî opersyona Efrînê ne û divê PYD li xwe vegere

Biro: Em li dijî opersyona Efrînê ne û divê PYD li xwe vegere

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê ENKSê Ibrahîm Biro ji Kurdistan 24 re ragihand ku ew li dijî derbasbûna Tirkiyê û her hêzeke din in ji bo Efrînê û da zanên ku wan ji Tirkiyê, herwiha ji Rûsya xwestiye ku operasyoneke serbazî li Efrînê rû nede.

Ibrahîm Biro diyar kir, ku wek çawa ew li dijî derbasbûna her hêzekê ne ji bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ew li dijî wê yekê ne jî ku PYDê Rojavayê Kurdistanê bike meydanek ji şerê PKKê û Tirkiyê re.