Komisyon encamên dawiyê yên referandûmê belav dike

Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encamên dawî yên referandûma serxwebûna Kurdistanê belav kir, 3 milyon û 305 hezar û 935 kesî di proseyê de beşdar bûn, ku bi rêjeya 72.92 ji sedî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê encamên dawî yên referandûma serxwebûna Kurdistanê belav kir, 3 milyon û 305 hezar û 935 kesî di proseyê de beşdar bûn, ku bi rêjeya 72.92 ji sedî bû.

Li gor nivîseyeke fermî ya komisyonê, dengê belê di proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê 2 milyon û 861 hezar û 473 kes bûn. 224 hezar û 464 kesan jî dengê nexêr dabûn. Dengên spî û betal jî 219 hezar û 90 deng bûn.