Hêmin Hewramî: Kurd kar ji bo van sê xalên serekî dikin

Hêmin Hewramî: Ti aliyek ji bilî gelê Kurd nikare encamên referandumê hilbiweşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dema beşdarîkirina wî di panêleke taybet de bi çarenivîsa gelê Kurd li navçeyê, ku di çarçoveya foruma Valday ya Rûsî de, li Mosko hat li darxistin, endamê encûmena serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, di qonaxa dahatî ya Iraqê de, Kurd li ser sê xalan kar dikin.

Hêmin Hewramî got: "Xala yekem ew e, ku em li ser diyalogê li gel Bexdayê berdewam bin, heya em çareyekê ji bo kêşeyên demdirêj di nav Hewlêr û Bexdayê de bibînin".

Derbarê xala diwem de got: "Xala diwem ew e ku Kurd xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Iraqê amade bikin, ji ber ku vê carê hilbijartin wê gellekî giring bin li ser astê nexşeya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeteke piralî wê karekî dijwar be".

Got jî: "Sêyem xal berdewamiya hevrêzî û hevkariyê ye derbarê şerê li dijî DAIŞê, ji ber ku jinavbirina DAIŞê li Mûsilê, nayê wateya nemana wê girûpê, ji ber ku divê em di warê aydiyolojî de jî şerê wê girûpê bikin".

Hewramî tekez kir, ku heya niha Hikûmeta Iraqê 55 maddeyên destûrî, beramberî mafên Herêma Kurdistanê binpê kirine û diyar kir, ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku mercê yekîtiya Iraqê bicîkirina destûrê ye.

Hêmin Hewramî derbarê encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê jî got: "Ew yek ji mafê hemû neteweyekê ye û 25ê Êlûna 2017an de, referandum hat encamdan, lê Hikûmeta Iraqê gellek caran daxwaza hilweşandina encama referandumê kir, lê ti aliyek ji bilî gelê Kurd nikare encamên referandumê hilbiweşîne".

 

N. O