Kurdistan Pêşmerge di Newrozê de daxwaza yekrêziya Kurd dikin

 

K24 – Silêmanî

Bi hatina cejna Newrozê, Pêşmerge wek parêzerê xak û niştiman daxwaza li yekrêzî û rêkxistina navmala Kurdî dikin. Pêşmerge amaje bi wê yekê dikin jî, wek çawa ew Kurdistanê ji grûpên tundrew û teroristan diparêzin, pêwîst e aliyên siyasî jî aştî û yekrêziya netewî ya Kurd biparêzin û hewl bidin bi yek armancê berve dewletbûna Kurdistanê biçin.