Hikûmeta Birîtanya bizavên cudakirina YPGê ji PKKê dike

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanya: Di nav YPGê de hinek alî nêzîkê siyaseta PKKê ne, lê hejmareke zêde ji aliyên di nav YPGê de, li dijî siyaseta PKKê ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanya Alistair Burt, li Enqerê di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku di nav YPGê de hinek alî nêzîkê siyaseta PKKê ne, lê hejmareke zêde ji aliyên di nav YPGê de, li dijî siyaseta PKKê ne.

Alistair Burt tekez kir, ku welatê wî, fişarên mezin li YPGê dike, daku xwe ji PKKê dûr bixe.

Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Birîtanya Alistair Burt, 2 rojan berî niha, derbarê pirsa Idlibê serdana Enqerê kir û li gel berpirsên Tirkiyê behsa çarenivîsa navçeyên di bin destê YPGê de û Idlibê kir.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Tirkiyê berdewam dubare dike û tekez dike, ku YPG beşek ji PKK ye û wan weke terorîst bi nav dike û li ser vê pirsê jî, gellekî nakokiyên tund di nav Enqerê û Washingtonê de çêbûne, ji ber ku Amerîka piştevaniya YPGê dike û çek û alîkariyan radestî wan dike û Tikriyê li dijî wê helwesta Amerîka radiweste.

N.O