Teqîn li Reqa û Hesekê
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama dû teqînan de li bajarê Reqayê 9 kesan canê xwe ji dest dan
Ligor Nûçegîhanê Kurdistan 24, dû otombêlên bombekirî li cadeya Basil a bajarê Reqayê teqiyan. Di encam de 9 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan, dinav wan de jin û zarok jî hene. Hejmareke welatiyên din jî brîndar bûn e.
Bajarê Reqa, ku bi paytexta DAIŞê li Sûriyê dihat naskirin, di Cotmeh a sala 2017an de ji alî Hêzên Sûriya Demokrat HSD ve, bi piştevaniya firokeyên Hevpeymanan hatibû rizgarkirin.
Herweha xwekujekî DAIŞî bi dewriyeke Hevpeymanan ser rêya Hesekê, xwe teqand.
Medyayên ser bi HSD ve belav kirin e, nîveroja îro, liser rêya di navbeyna bajarokê Şedadê û gundekî li başûrê Hesekê, di dema dewriyeke Hêzên Hevpeymanên Navdewletî derbas dibû de, otombîlek, xwe bi wê dewriyê de teqand.
Ligor heman jêderan, ew teqîn ji aliyê DAIŞ ve hate encam dan, bêyî ku tu ziyanên canî ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve li pey xwe bihêle.
Tevî nemana DAIŞ, lê ligor Rewangehê derdora 4 heta 5 hezar şaneyên nivistî yên DAIŞ li deverên di bin kontrola HSD de hene.
C.B