Qedexeya li 25 gundên Diyarbekirê hat rakirin

Qedexeya ku li 25 Gund û taxên ser bi Pasûra Navçeya Diyarbekirê ve hatibû ragihandin îro hat rakirin.

K24 – Diyarbekir

Qedexeya ku li 25 Gund û taxên ser bi Pasûra Navçeya Diyarbekirê ve hatibû ragihandin îro hat rakirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihandiye ku qedexeya di 15'ê Hezîranê de, li 25 tax û gundên Pasûra navçeya Diyarbekirê, bi egera lidarxistina operasyonên leşgerî hatibû ragihandin, di 17'ê Hezîranê demjimêr 2'an (14:00'an) de hatiye rakirin.

Li Bakurê Kurdistanê, di 2 salên dawî de, ji ber şer û pevçûn didomin û operasyonên leşgerî tên lidarxistin, li hin tax û gundan qedexe tê rakirin, li hinên din tê ragihandin.