Rûsya: Pêwîst e Amerîka ji Sûrya vekişe

Wezareta berevanya Rûsya daxwaz ji Amerîka kir, li gorî yasaya navdewletî rêzê li serweriya Sûrya bigire û hêzên xwe ji nav axa wê bikşîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsya ragihand, bihaneya hebûna DAIŞ ji bo mana hêzên Amerîkî li Sûrya bê bingeh e.

Peyvdarê wezareta berevaniya Rûsya Îgor Kunaşînkov ragihand, ku bihêzbûn û belavbûna çekdarên DAIŞê li Sûrya û Iraqê ji ber bêdengiya Amerîka bû û got: "Bi destpêkirina operasyonên serbazî yên Rûsî di 30ê Êlûna 2015an de, DAIŞ ber bi nemanê ve çû."

Kunaşînkov, daxwaz ji Amerîka kir, li gorî yasaya navdewletî rêzê li serweriya Sûrya bigire û hêzên xwe ji nav axa wê bikşîne.

Berî niha jî wezareta berevaniya Amerîka (Pêntagon) ragihandibû, ku heya ew dema pêwîst, wê hêzên Amerîkî li Sûrya bimînin.

Jêder: RT