Trump: Macron sivkatiyê bi me dike

Serokê Amerîka Donald Trump, daxuyaniyên serokê Firensa Emmanuel Macron, derbarê pêkanîna artêşekê li dijî Amerîka weke "Sivkatî" dibîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump, daxuyaniyên serokê Firensa Emmanuel Macron, derbarê pêkanîna artêşekê li dijî Amerîka weke "Sivkatî" dibîne.

Berî niha Macron ragihandibû, ku pêwîst e Ewropa artêşekê bihêz amade bike, daku karibe xwe ji gefên Çîn, Rûsya û Amerîka biparêze.

Trump li ser Twitterê bersiva Macron da û got: Seroka Firensa pêşinyar kiriye ku artêşek ji Ewropa re hebe, daku xwe ji Çîn, Rûsya û Amerîka biparêze. Ev sivkatiyeke mezin e, lê baştir e berî wê yekê, Ewrupa pişka xwe ya pereyên NATO bide, ji ber ku heya niha Amerîka gellek pere li ser wê hevpeymaniyê xerc kiriye.

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne, ku biryar e îro, li Parîsê li gel hevpostê xwe yê Firensî Emmanuel Macron bicive û behsa pirsên girêdayî ewlehiya Ewropa, Sûrya û Îran bikin.

N.O