Gundekî Herêma Kurdistanê yasayên taybet ji xwe re datîne

Gundê Şêx Mistefa yê ser bi devera Qeredax li Parêzgeha Silêmaniyê, yasayên taybet ji bo birêvebirina karûbarên gund û jîngehê datîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Gundê Şêx Mistefa yê ser bi devera Qeredax li Parêzgeha Silêmaniyê, yasayên taybet ji bo birêvebirina karûbarên gund û jîngehê datîne.

Li gorî yasayên wî gundî, bi ti awayî çênabe kes daran bibirre yan nêçîrê bike û vê yekê hiştiye ku ew gund bi keskatiya xwe û hebûna asik û hejmareke din ji ajelên kovî bê naskirin.

Herwiha kişandina çigare û nergelê li nav gund qedexe ye û şûfêrên otombêlan jî, divê li gorî yasayên gund çûnûhatinê bikin, daku bi aramî ji gund derbas bibin.

Li wî gundî jî, pirseke din jî cihê têbîniyê ye, ew jî ku rêjeya kesên xwende û xwediyên bawernameyên zanîngehê gellekî bilind e.

N.O