Rûsya: Divê Amerîka demê ji bo vekişandina ji Sûriyê diyar bike

Sekreterê Ewlehiya Netewî yê Rûsyayê Nikolai Patrushev ji Amerîka dixwaze demekê ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê diyar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Ewlehiya Netewî yê Rûsyayê Nikolai Patrushev ji Amerîka dixwaze demekê ji bo vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê diyar bike.

Nikolai Patrushev ji rojnameya “Rossiyskaya Gazeta” a Rûsî re ragihand, daxuyaniyên Amerîka yên vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ne cihê girîngiyê ne, heger Amerîka plan û nexşeyekê jê re daneyine.

Amaje bi wê yekê jî kir, hêzên Amerîka berûvajî hebûna Rûsyayê li Sûriyê ne rewa ye, ji ber ku bê razemendiya hikûmeta Sûriyê yan biryareke Encûmena Asayişa Navdewletî li wî welatî ne.

Got jî, Amerîka bi hebûna xwe li Sûriyê proseya alîkariyên mirovî û vegera jiyana asayî li welatî asteng dike.

Di meha Berçileya 2018an de Serokê Amerîka Donald Trump biryar vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê dabû, lê ew berpirsê Rûsî dibêje, ti nîşan tune ne ku Amerîka stratejiyeke zelal ji hebûna xwe ya li Sûriyê re daniye.

Washingtonê destpêkê got ku vekişandina hêzê ji 60 ta 100 rojê dê berdewam bike, lê di pişt re Trump got ew ji bo plana vekişandina ji Sûriyê bilez nake.

Herwiha gelek rayedarên Amerîkî jî vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê bi nehîştina DAIŞê, hebûna Îranê li wî welatî û parastina Kurdan ve girê didin.

 

S. B