Milîsên şî'eyên Iraqê xwe nêzîkî sînorên Israîlê dikin

Endamekî Seraya Selam: Em ser bi Seraya Selam ve ne û endamên rêxistiyê ne li Başûrê Lubnanê û emê li vir berfireh bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset belav kiriye, "piştî ku emîndarê giştî yê Esayib Ehl El-Heq Qeys Xiz'elî li Lubnanê hat dîtin, endamên Seraya Selam ya ser bi şepêla Muqteda sedir jî li başûrê Lubnanê hatin dîtin".

Di raporekê de wê rojnameyê behsa girte vîdyoyekê ya endamên Seraya Selam ya ser bi Muqteda Sedir ve kiriye ku li başûrê Lubnanê ew girte vîdyo hatiye tomarkirin.

Yek ji wan kesên di girte vîdyoyê de derdikeve bi navê Ebû Hesen e û dibêje: "Em ser bi Seraya Selam ve ne û endamên rêxistiyê li Başûrê Lubnanê ne û emê li vir berfireh bibin".