Hunermend Ciwan Sebrî stranek bo referandûmê amade kiriye

Hunermendekî Kurd ê ji bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, straneke taybet ji bo referandûma 25ê Îlonê amade kiriye
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hunermendekî Kurd ê ji bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, straneke taybet ji bo referandûma 25ê Îlonê amade kiriye û wekî vîdyoklîp jî tomar kiriye. Hunermendê Kurd Ciwan Sebrî bo piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê, straneke taybet bi navê referandûm amade kiriye.

Hunermend Ciwan dibêje ku, ew jî mîna hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê li benda encamên referandûma kurdistanê ye ku bête ragihandin û bi hêvî ye ku li ser xaka Kurdistana serbixwe stranên xwe pêşkêşî Kurdistaniyan bike.