Amerika: Rûsya û Îran çareseriya siyasî naxwazin

Haley anî ziman ku: Rûsya û rejîma Esed ji 100 caran zêdetir êrîşan esmanî li Idlibê pêkanîn e. Rûsya, Îran û rejîma Esed ne ligel çareseriyek siyasî ne. Tirkiye jî ev yek hefteya berê fêmkir û fêr bû! ”

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî liser daxwaza Rûsya, civînek liser krîza Sûriye û encamên Lûtkeya Tehranê ku di navbeyna Rûsya, Îran û Tirkiye de lidar ket, pêk anî.

Di civînê de babeta sereke bû Operasyona Idlibê. Nûnera Amerika Nikki Haley di axaftina xwe de diyarkir ku, Rûsya û Îran ne ligel çareseriyek siyasî ji bo Sûriye ne.

Haley anî ziman ku: Rûsya û rejîma Esed ji 100 caran zêdetir êrîşan esmanî li Idlibê pêkanîn e. Rûsya, Îran û rejîma Esed ne ligel çareseriyek siyasî ne. Tirkiye jî ev yek hefteya berê fêmkir û fêr bû! Ji bo Idlibê daxwaza agirbestê kir, lê Rûsya û Îran ev pêşniyara Tirkiye nepejirandin.”

Nûnerê Rûsya Vassily Nebenzia jî, liser Lûtkeya Tehranê agahdarî dan Encûmena Asayişa Navdewletî.

 

 

C.B