Cihên şûnwarî yên Efrînê bi ber topbarana artêşa Tirkiyê dikevin

Îro artêşa Tirkiyê navçeyên başûrê Efrînê û gundê li ser çiyayê Lêlûnê topbaran kir, di encamê de ziyan gihêşt cihekî şûnwarî û beşek jê hate herifandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro artêşa Tirkiyê navçeyên başûrê Efrînê û gundê li ser çiyayê Lêlûnê topbaran kir, di encamê de ziyan gihêşt cihekî şûnwarî û beşek jê hate herifandin.

Rojnamevan Mihemed Bilo ji K24ê re ragihand, di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundên li ser çiyayê Lêlûnê yê Efrînê de, topek li keleha Teqilkê ya di navbera gundên Şadêr û Îska de ket û beşek ji wê kelehê rûxiya.

Serokê Desteya Pêwendiyên Derve li Efrînê Silêman Cafer îro ji K24ê re piştrast kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve yên li Idlibê îro gundên li başûrê Efrînê wek Celemê, Îska, Başûfanê û Fafirtînê bi topên Hawin û Cehenem topabaran kiribûn.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama topabaranê de ti ziyanên canî heta niha nebûne.

Çiyayê Lêlûnê dikeve başûrê Efrînê û bi sedan cihên şûnwarî û kelehên dîrokî li ser wê çiyayî belav dibin. Ji girîngtirîn cihên şûwarî jî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron in.