Hevkariya Islamî Rojhilatê Orşelîmê wekî paytexta Filistinê pejirand

Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê bidawî bû û Rojhilatê Orşelîmê wekî Paytexta Dewleta Filîstînê hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî bidawî bû û Rojhilatê Orşelîmê wekî Paytexta Dewleta Filîstînê hate ragihandin.

Îro li bajarê Stenbolê Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî birêve çû û ji 56 welatên endam tenê 16 Serok beşdarê Lûtkeyê bûn. Di encamnameya civînê de Rêxistina Hevkariya Îslamî ragihand ku, Rojhilatê Orşelîmê Paytexta Dewleta Filîstînê ye û di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye.  Lûtke herwiha bang li Neteweyên Yekgirtî jî kir ku, bila dawî li dagirkeriya Îsraîlê bîne û piştgiriya statûya yasayî ya Orşelîmê bike.  Daxûyaniya Trump nîşan dide ku, Amerîka ji rola xwe ya aşîtîxwaziyê vekişiyaye.