Qedexeya li 18 tax û gundên Licê hat rakirin

Qedexeya ku di 6'ê Hezîranê de, li 18 tax û gundên Licê ya navçeya Diyarbekirê hatibû ragihandin îro di demjimêr 9:00'an de hat rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qedexeya ku di 6'ê Hezîranê de, li 18 tax û gundên Licê ya navçeya Diyarbekirê hatibû ragihandin îro di demjimêr 9:00'an de hat

rakirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragiahandiye ku qedexeya ku di demjimêr 12:00'ê 6'ê Hezîranê de bi mebesta pêkanîna operasyonan li 18 tax û gundên ser bi Licê ve di 13'ê Hezîranê de piştî operasyon hatine lidarxistin di demjimêr 9:00'an de hatiye rakirin.

Licê di serî de li navçeyên Diyarbekirê operasyonên leşgerî û şer û pevçûnên di navbera endamên PKK'ê û hêzên ewlehiya Turk de didome.