Rêwiyên Efrînî li ser riya Helebê tên girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên çekdar ên li herdu bajarokên Şîenişîn Nubil û Zehra rêwiyên Efrînê ligel otombîlan li ser riya Heleb – Efrînê digirin.
Xwecihiya Efrînê ya ENKSê di ronîkirinekê de da zanîn, îro çekdarên li herdu gundên Şîe Nubil û Zehra, hejmarek ji rêwî û otombîlên Efrînê li ser riya Heleb – Efrînê wek barmete digire.
Xwecihiya Efrînê da zanîn ku, li gor ku wan çekdaran ji welatiyên girtî re gotine, ku wan bi buhaya 5 Milyon Leyreyên Sûrî sotemenî dane PYDê, Lê PYDê ew pere li cem xwe girtine û nade wan.
Herdu bajarokên Nibul û Zehra gundên Şî'î ne û 40 k.m dikevin li başûrê Efrînê li ser riya Efrîn – Helebê. Herdu gund ji destpêka krîza Sûriyê ve ji aliyê hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî ve tên parastin.
Ev ne cara yekem e ku welatiyên Efrînê li wan herdu gundên Şîenişîn tên girtin, ku dibin qurbaniyên bazar û nakokiyên di navbera Rêveberiya Xweser û wan herdu gundên Nubil û Zehra.
Dawî car roja 27ê Adara borî, ku nêzîkî 500 rêwiyên Efrînê li herdu gundan Nubil û Zehra hatibûn girtin, ji ber sedema girtina bazirganekî Nubilî ji aliyê asayişa Efrînê ve.