Tillerson: Operasyona Efrînê şerê dijî DAIŞ lawaz dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerikayê Rex Tillerson di çarçoveya seredanên xwe yên Rojhilata Navîn de, beşdarî Konferansa komkirina alîkariyan ji bo Iraqê ku li Kuweytê lidar dikeve bû.
Tillerson di axaftina xwe ya di Konferansê de, herweha liser Operasyona Efrînê ya Tirkiye ligel Artêşa Azad a Suriye rawesta û destnîşankir ku, ev Operasyona lawaziyê dixe şerê dijî DAIŞê de.