ENKS projeyek derbarê Pêşmergeyên Roj pêşkêşî Amerîka dike

Duhî Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ligel Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey civiyabû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Duhî Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ligel Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey civiyabû.

Serokê Encûmena Xwecihiya Kobayê ya ENKSê Elî Îbrahîm li ser mijarên ku bi James Jeffrey re guftûgo bikin ji K24ê re ragihand, civîna wan bi James Jeffrey re li Rojavayê Kurdistanê bi giştî û bi dosya û gefên li ser rojhilatê cemê Firatê hene taybetî bû.

Elî Îbrahîm diyar kir jî, wan projeya ENKSê ya derbarê pêşeroja Sûriyê û çareseriya krîza Sûriyê bi Amerîkiyan regotûbêj kir. Herwiha wan tekezî li ser mafên Kurd li Sûriyê û çespandina wan mafan di destûra Sûriyê ya pêşerojê de kir.

Herwiha got: “Me bi Amerîkiyan re tekez li ser wê yekê kir divê Sûriye welatekî xwedî desthikatên ferehalî, demokratîk parlemantî be û sîstema hikumraniyê federalî be û hundirê wê de jî federaliya Kurdî û gerentî jê re hebe.

Amaje bi wê yekê kir, ENKSê cihê xwe di projeya Amerîkî de digire. Amerîkî vê carê bi cidî li ser xetê ne û projeyek ji bo Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê amade kiriye.

Li ser gefên Tirkiyê yên li rojhilatê çemê Firatê da zanîn, wan daxwaz ji Amerîkiyan kir ku li rojhilatê Firatê bimînin û heger hêzên Amerîkî vekişin dê karesatên mirovî rû bidin, ne tenê li serê Kurdan, belkû li serê Ereb û Siryanan jî.

Serokê Encûmena Xwecihiya Kobayê ya ENKSê aşkere kir, wan daxwaz ji Amerîka kir Pêşmergeyên Leşkerên Roj cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê hebe, ji ber ku Leşkerên Roj ne ji bo derxistina aloziyan hatine amadekirin, belkû ji bo aramiyê deverê biparêzê hatiye damezrandin.

Diyar kir, tiştê ku James Jeffrey dixwast di civînê de tekeziyê li ser bike, rojhilatê çemê Firatê bû, lê wan behsa rewşa Efrînê û binpêkirinên li wir bi serê xelkê Efrînê dibin jî kir.

 

 

S. B