Nivîskar û lêkolînerê Kurd Mihemed Salih Îbrahîmî koça dawiyê kir

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dr. Mihemed Salih Îbrahîm yê bi navê (Şepol) naskirî ye di temenê 85 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Taranê paytexta Îranê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Dr. Mihemed Salih Îbrahîm yê bi navê (Şepol) naskirî ye di temenê 85 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Taranê paytexta Îranê koça dawiyê kir.

Mihemed Salih Îbrahîmî ji dayikbûna sala 1933an li bajarê Mihabada Rojhilatê Kurdistanê ye, xwendina xwe seretayî li Mihabadê temam kiriye û sala 1962an ji zanîngeha Taranê derçûye, di sala 1970ê de master wergirtiye û di sala 1995an de jî diktora di beşê ziman û wêjeya (Faris - Erebî) li hema zanîngehê wergirtiye.

Mamoste Şepol ligel nivîs û lêkolînan ve, rola wî berçav di warê rojnamegerî û zimanê Kurdî de hebûye. Di sala 1979an de moleta belavkirina kovareke mehane ya bi navê “Girşeyî Kurdistan) wergirtiye û 9 hejmar jê belav kirin. Herwiha yek ji damezrênerên Komela Kurdên rûniştvanên Taranê bû û demekê jî serokatiya wê komelê bûye.

Mihemed Salih Îbrahîmî Quran wergerand zimanê Kurdî û 30 pirtûk jî çap kirine û çend pirtûkên din jî wergerandine zimanê Kurdî. Herwiha çendîn gotar di rojname û kovarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de jî belav kirine.

Biryar e li Goristana Helbestvanan a li Mehabadê li tenişt helbestvanên Kurd Hêmin û Hejar û Pêşewa Qazî Mihemed bi xakê bê spartin.

 

S. B