Rûsya: tenê du bîngehên me dê li Sûriye bimînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dike û dê tenê dû bingehan li wî welatî dihêle
Krêmlin ragihand ku, Rûsya dê du bingehên leşkerî li ser xaka Sûriyê bihêle, ku yek ji wan deryayî ye û ya din jî asîmanî ye .
Peyvdarê Krêmlin Dîmitrîy Peskov got ku, piştî bidawîhatina operasyona rizgarkirina Sûriyê ji terorîstan, niha dem hatiye hêzên xwe ji wî welatî vekişînin.
Dîmitrîy Peskov got jî, wê tenê bingeha Himêmîm û bingeha deryayî ya li bajarê Tertûsê bihêlin, da ku amade bin ji her egerekê re.
Herweha Wezareta Berevaniya Rûsya girte vîdyoyek belavkiriye, ku tê de diyar dibe çawa firokeyên Rûsî ji Himêmîm berê xwe didin welatê xwe.
Di beramber vê yekê de, Wezareta Derve ya Amerîka Pêntagon ragihand ku, Rûsya hêzên xwe li Sûriyê gelek kêm nekiriye û ev kêmkirin ne li gor asta xwestekê ye.