YPG: Tirkiye û Sûrya derbarê Idlib û Efrînê lihev kirine

YPG: Armanca Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyê ew e ku federaliya Bakurê Sûryê jinav bibin, ji ber ku herdu welat jî wê federaliyê weke metirsî li ser xwe dibînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ragihand, ku bêdengiya Hikûmeta Sûryê li ser êrîş û gefên Tirkiyê li ser Efrînê, wê yekê eşkere dike ku herdu aliyan lihev kirine ku Idlib ji Hikûmetê re be, û Efrîn jî ji Tirkiyê re be.

Nûrî Mehmûd got: "Armanca Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyê ew e ku federaliya Bakurê Sûryê jinav bibin, ji ber ku herdu welat jî wê federaliyê weke metirsî li ser xwe dibînin".

Mehmûd tekez kir, ku YPG ne li dijî artêşa Tirkiyê ye, lê ew tenê sînorên xwe li gel Tirkiyê diparêzin.