Giyayên çiya û zozanên Serhedê li ser dezgehên bazaran e

Giyayên çiya û zozanên Serhedê ku hem ji bo tenduristiya mirov, hem jî ji bo bihêzbûyina berhemên ajalan sûdbexşin, bi destpêka Buharê re derketin.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Giyayên çiya û zozanên Serhedê ku hem ji bo tenduristiya mirov, hem jî ji bo bihêzbûyina berhemên ajalan sûdbexşin, bi destpêka Buharê re derketin. Gelek ji wan giyayan, bi qasî tam û taybetiyên xwe yên dewlemen, di Kurdî de çendî nav jî li wan hatiye kirin.

Gulik a ku wek stêrk anjî çirêş jî tê zanîn, kereng, sîrik ango zûzax û mendî giyayên ku niha hatine ser dezgah û sifreyên serhedê. Zêdtir ji wan wek pincarê bên çêkirin jî, yên ku dibin tirşî, dikevin nav xwarinên cuda û penêr jî hene. Lê her yek ji wan gelek sûda xwe hene ji bo tendirustiya mirovan.

Ensafên ku difroşin dibêjin ku Serhed bi cureyên giya û xweza û hewa xwe ya xweş tê nasîn û bi destpêka Buharê re jî sifreyên malan bi xwarinên ji giyayên zozan û çiyayên Serhedê şên dibe.