Serok Barzanî: Destûra Kurdistanê wê Mafê tevahiya pêkhateyan biçespîne

Serok Barzanî: Piştî serxwebûna Kurdistanê, emê bi xwe destûra xwe binîvisin û emê tevahiya mafên pêkhateyan di destûra Kurdistanê de biçespînin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja şemiyê 23ê Êlûnê 2017 li Selaheddîn, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg û Babê Şêx û Encûmena Rûhanî ya Êzdî û şandeke fireh ji kesatiyên ekadîmî û rewşenbîrî ji ola Êzdî kir.

Di civînê Mîr Tehsîn Beg ragihand, ku ew hatine piştevaniya tevahiya Kurdên Êzdî ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê bidin xuyakirin.

Mîr Tehsîn got: “Kurdistan welatê me ye û Êzdî ti carî pişta Kurdistanê bernadin û em hemû amade ne deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin, Kurdên Êzdî bi xweşî û nexweşî, li gel Kurdistanê ne.”

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ragihand ku Kurdên Êzdî du caran zordarî li wan dihat kirin, carekê ji ber ku ew Kurd in û careke din ji ber ku ew Êzdî ne, lê ji niha û pêve nabe ew zordariya li tevahiya gelê Kurdistanê bi giştî dihat kirin dubare bibe û Êzdî û tevahiya pêkhateyên Kurdistanê, wê bi saya serxwebûna Kurdistanê hemû mafên xwe bistînin.

Serok Barzanî got jî: “Me guvaşeke mezin kir heya me karî beşekî ji mafên pêkhateyên netewî û olî di destûra Iraqê de biçespînin, lê piştî serxwebûna Kurdistanê, emê bi xwe destûra xwe binîvisin û emê tevahiya mafên pêkhateyan di destûra Kurdistanê de biçespînin.”