Fraksiyonên Iraqê naxwazin Hêzên Amerîkî li Iraqê bimîn in

Hevpeymaniya Çaksaziyê eşkere dike, piraniya fraksiyonan, Hikûmet ji bo pirsa derkirina hêzên biyanî ji Îraqê destvekirî kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Çaksaziyê eşkere dike, piraniya fraksiyonan, Hikûmet ji bo pirsa derkirina hêzên biyanî ji Îraqê destvekirî kirin e.

Endamê civata Nûnerên Îraqê ji Hevpeymaniya Çaksazî Muzr Xezelî ragehand, piraniya fraksiyonan li ser pirsa derkirina hêzên biyanî û li pêşiya hemûyan Hêzên Amerîka rêkeftin e û tekez kir, ku rewşa ewlekarî ya Iraqê bi ti awayî rê bi hebûna hêzên Amerîka nade û pêwîstî bi wan hêzan nîn e.

Navborî tekez jî kir, Iraqê serkeftin di şerê li dijî DAÎŞê de bidest xist û êdî pêwîstî bi mayîna şêwirmend û rahêneran nîn e, û got, dîplomasiya Iraqê ji bo derxistina hêzên biyanî dê serkeftî bibe.  

 

 

C.B