Hevdîtinên girîng ên Insiyatîfa Piştgiriya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK – Bakur), Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) Sînan Çîftyurek û  û Berpirsê Hereketa Azadiyê Sitki Zîlan, di çarçoweya xebatênên Insiyatifa  ji bo piştevaniya referendûma serxwebûna Kurdistanê de, ligel çendîn dezgehên siwîl-demokratîk û partiyê siyasî de li Enqere çendîn civîn lidar xistin.

Piştî hevdîtina ligel Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye, seredana Yekîtiya Bijişkên Tirkiye kirin. Delegasyonê herweha hevdîtin ligel Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu, li Navenda CHP lidar xist.

Hevdîtina ligel Kiliçdaroglu ya ku ji medya re girtî,  40 deqiqeyan ajot. Piştî danûstandinan Serokê PSK Mesut Tek bersîva pirsên Kurdistan24 da û diyarkir ku, seredan gelek bi erênî birêve çû ye.

Mesut Tek destnîşankir: “Liser referendûma Kurdistanê me ligel Serokê CHP Kiliçdaroglu hevûdu dît. Me bîr û rayên xwe anîn ziman. Liser armanca referendûmê zanyarî ligel Kiliçdaroglu parve kirin. Wî jî derbarê referendûmê de û pirsa Kurd de dîtinên Partiya xwe ragihandin”.

Liser pirsa ku, Kiliçdaroglu çi gotiye, piştgiriya referendûmê dikin an na, Tek got: “Hevdîtin gelek erênî derbas bû. Hevdîtinek baş bû.”