Artêşa Tirkiyê Efrîn topbaran kir: Zarokeke birîndar bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê, navçeyên Şera, Şêrawa Cindrêsê yên Efrînê topbaran kir, di encamê de zarokekî 6 salî birîndar bû.
Li gor medyayên nêzîkî YPGê, Artêşa Tirkya ji herêma Ezazê gundên girêdayî navçeya Şera topbaran kir. Li gorî agahiyan, gelek top li gundên Dîkmadaş, girê Qestel Cindo û gundê Eyn Deqna ketin.
Di encama topbaranê de li navçeya Şera de zarokê 6 salî yê bi navê Mistefa Sîdo birînda bû.
Ji demekê ve ye, artêşa Tirkiya herêmên bi dirêjahiya xeta sînor ji herêma Cindirês, navçeya Şiyê heya herêma Raco bi topên hawinan û topên giran topbaran dike. Hate diyarkirin ku çend top li gundê şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê ketin.