Kesatiya cîhanî Noam Chomsky piştevaniya Efrînê dike

Gellek nivîskar û parêzvanên mafên mirovan ji Amerîka dixwazin ku li gelê Kurd xwedî derkeve

K24 - Navenda Nûçeyan

Nivîskar û akademîsyenên navdar ên cîhanê ji bo piştgiriya Efrînê dest bi kampîna komkirina îmzeyan kirine û bang li Amerîka dikin ku xwedî li Kurdan derkeve.

Zimannas û feylesofê navdar yê cîhanî Noam Chomsky jî di nav wan kesatiyan de, ku ji gellek nivîskar û parêzvanên mafên mirovan pêk tên, ragihandin ku Efrîn ji alyê rêxistinên Islamî yên tundrew û Tirkiyê ve hatiye dorpêçkrin.

Wan kesatiyan di daxuyaniyekê de gotin: "Divê Efrîn di nav aştî û aramiyê de bimîne û dewletên wekî Amerîka, Rûsya û Îran rê nedin Tirkyê ku li dijî Efrînê operasyon bike. Divê civaka navdewletî û Amerîka piştevaniya gelê Kurd bikin û êrîşên Tirkiyê asteng bikin".