Baydemîr: Tirkiyê ji bilî cudabûnê ti rê li pêş Kurdan nehîştiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr bal kişand ser êrişa Artêşa Tirkiyê ya li ser Efrînê û bang li rayedarên Tirkiyê kir, ji bilî cudabûnê ti rê li pêş Kurdan nayê hîştin.
Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, di Newroza Siwêrekê de axivî û got: “Hema bêjin we Efrîn dagîr kir, ji wir û pê ve hûnê çi bikin ? Heta ku dil neyên qazanckirin, tI carî bi zora bi tank û topan serkeftin bidest nakeve.”
Osman Baydemîr bang li xelkê Tirkiyê kir, beriya Kurd û Elewî û bindest li dijî hikûmetê derkevin û ji hikûmetê re bibêjin bi navê wan êrîşî Efrînê neke.
Da zanîn, desthilata niha bi bîr û baweriya fermandarên Osmaniyan yên ku bûne sedema rûxandina împaratoriyê tevdigere û ew jî dê Tirkiyê têk bibin.
Baydemîr got, desthilata Tirkiyê bi vê siyasetê ji bilî cudabûnê ti bijardeyekê li pêş Kurdan nahêle û divê gelê Tirkiyê nerazîbûna LI hemberî van şaşiyên hikûmetê nîşan bide.
S. B