"Iraq dixwaze fişarên bêtir li Herêma Kurdistanê bike"

"Piştî encamdana referendumê, Hikûmetî Iraqê dixwaze weke karvedanekê, bêtir fişaran li Herêma Kurdistanê bike".

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê Kurd di Perlemana Iraqê de Bextyar Şaweys ragihand, ku Hikûmeta Iraqê dixwaze bi awayekî bêtir fişaran li Herêma Kurdisatanê bike, lewra pêwîst e aliyên Kurdistanî beramberî biryarên Bexdayê hevgirtî bin, herwiha pêwîst e pêdeçûn li wan biryaran bê kirin daku em zanibin heya çi rêjeyekê destûrî ne.

Bextyar Şaweys, perlemanterê firakisyona YNK di Perlemana Iraqê de, ji Kurdistan24ê re got: "Ew gavên niha Hikûmeta Iraqê davêje, pêwîstiya wan bi pêdeçûnê heye, daku bê zanîn çendî destûrî ne, di baweriya min de, ew tiştê niha tê kirin qonaxeke nû ye, piştî encamdana referendumê, Hikûmetî Iraqê dixwaze weke karvedanekê, bêtir fişaran li Herêma Kurdistanê bike".

Got jî: "Mebesta Hikûmeta Iraqê fişaran bêtir bike, lê di encamê de, ji bo çarekirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê, pêwîstî be yek helwestiya hêzên siyasî yên Kurdistanî heye".

Ev jî di demekê de ye, piştî çendîn civîn û guvaşên navxwe û yên derve, di 13 vê mehê de, Hikûmeta Iraqê biryara destpêkirina geştên navdewletî li firîngehên Kurdistanê ragihand, ku pêştir wek karvedan û fişarxistin li ser Herêma Kurdistanê, bi biryara serokwezîrê Iraqê Iraqê, geştên navdewletî li firîngehên Kurdistanê hatibûn qedexekirin, hevdem biryar da ji bo cejna Newrozê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê xerc bike.