Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

“Dengên Kurdan hemaltiya parlementeriya çepên Tirkan dikin”

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

PSK Bayram Bozyel HDP Parlemanto

 

K24 – Diyarbekir

Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bariş Atay û Erkan Baş biryar da ku ji HDP'ê cuda bibin û tevlî Partiya Karker a Tirkiyeyê bibin. Rayedarên HDP'ê dibêjin; di destpêkê de haya wan ji vê cudabûnê hebû; aliyên Kurdistanî vê helwestê rexne dikin ku HDP di Tifaqa Kurdistanî de cih negirt û bi çepên Tirkan re tifaqê kir û wan jî pişta xwe da HDP'ê.

Parlementerê HDP'ê yê Hatayê Bariş Atay û Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erkan Baş ragihandin ku ew ê ji HDP'ê cuda bibin û beşdarî Partiya Karker a Tirkiyeyê bibin. Di derbarê vê rûdanê de jî rexne li HDP'ê tên kirin ku çepên Tirkan bi dengên Kurdan dibin parlementer û paşê jî pişta xwe didin Kurdan. Di derbarê van pêşveçûnan de rayedarên HDP'ê jî dibêjin; di destpêkê de haya wan ji vê cudabûnê hebûye. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier amaje dike, ku Bariş Atay û Erkan Baş beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê dane zanîn ku ew ê ji HDP'ê cuda bibin û wan ev yek veneşartiye û sedema pêknehatina Tifaqa Kurdistanî ne HDP ye.

Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji K24ê re wiha axivî: "Ev ne veşartin e. Dema beriya hilbijartinan li gel Bariş Atay û Erkan Baş protokol hat îmzekirin di wê derê de hatibû gotin ku piştî hilbijartinan ew dikarin tevlî partiyên xwe bibin. Ji xwe her dû parlementer ne endamê HDPê ne. Derbasî partiya xwe bûn."

Beriya Hilbijartinên 24'ê Hezîranê, lêgerîn hebû ku di navbera HDP û Partiyên Kurdistanî de Tifaqa Kurdistanî were avakirin lê bi daxuyaniyên Sezaî Temellî ev yek pêk nehat. Aliyên Kurdistanî dibêjin; Çepên Tirkan ên di nav HDP'ê de li pêşiya Tifaqa Kurdistanî bûne asteng. Cîgirê Serokê Giştî yê Parrtiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel jî di wê baweriyê de ye ku dengên Kurdan hemaltiya parlementeriya çepên Tirkan dikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel got: "Govde ya HDPê Kurdî ye lê mejiyê wê ji aliyê çepên Tirkan ve tê kontrolkirin. Bi hezaran Kurd di girtîgehan de ne; lê yên dibin parlementer çepên Tirkan e. Kurd hemaltiya parlementeriya çepên Tirkan dikin."

Di derbarê cudabûna ji HDP'ê de Hevserokê berê yê HDP'ê Selahaddîn Demirtaş jî amaje kiribû ku ew li dijî cûdabûnê ye; lê ligel vê helwesta Demîrtaşî cudabûna ji HDP'ê wekî bêbandorkirina Selahattîn Demîrtaş a li ser HDP'ê jî tê şîrovekirin lê parlementerên HDP'ê dibêjin; Demîrtaş û HDP di heman nêrînê de ne.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 DAIŞ dikare wekî nifşa nû ya El Qaîde xwe birêxistin bike
02 Belcîka û YE dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşve bibe
03 Çand û nirxên Kurdistanê binemayên pêkvejiyanê ne
04 K24 dîmenên devera dawî ya di destê DAIŞ de belav dike
05 Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir
06 Mafê zarokan li bakurê Kurdistanê tên binpêkirin
Heftiya Borî
01 DAIŞ dikare wekî nifşa nû ya El Qaîde xwe birêxistin bike
02 Belcîka û YE dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşve bibe
03 Çand û nirxên Kurdistanê binemayên pêkvejiyanê ne
04 K24 dîmenên devera dawî ya di destê DAIŞ de belav dike
05 Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir
06 Mafê zarokan li bakurê Kurdistanê tên binpêkirin
Meha Borî
01 DAIŞ dikare wekî nifşa nû ya El Qaîde xwe birêxistin bike
02 Belcîka û YE dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê pêşve bibe
03 Çand û nirxên Kurdistanê binemayên pêkvejiyanê ne
04 K24 dîmenên devera dawî ya di destê DAIŞ de belav dike
05 Serok Barzanî pêşwaziya Fexrî Kerîm kir
06 Mafê zarokan li bakurê Kurdistanê tên binpêkirin
Herî li pêş
    Gotar
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye
    Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?
    Selîm Giresorî
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs:
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)