Sezai Temeli: li şûna nêçîra dengên HDPê bikin, jibo çareserkirina pirsa Kurd gav bavêjin

Hevserokê HDPê Sezai Temeli bi daxûyaniyekê got: Di şûna neçîra dengên HDPê bikin, jibo çareserkirina pirsa Kurd gav bavêjin.

K24- Hewlêr

Hevserokê HDPê Sezai Temeli bi daxûyaniyekê got: Di şûna neçîra dengên HDPê bikin, jibo çareserkirina pirsa Kurd gav bavêjin.

Sezaî Temeli da zanîn: Hem partiya Desthilatdar hem jî  Partiyên din, li hemberî zulma li ser kurda û çalakiyên mafdar,  bêdengin.

Temeli balkêşa ser demokrasiya Tirkiyê û got: Hemû ketine pey dengên HDPê yên 23ê Xizîranê, ka dê çawe ji van dengan istifade bikin.

Li gorî sezai Temeli, yêk ji van partiyan jibo çareserkirina pirsa Kurd, mafên civakê yên demokratik û çareserkirina zîndanan, gav naavêjin.

Sezaî Temeli got: Bi Pêşengiya Gelê Kurd, berxwedan û tekoşinê, hesaba hêrişen ser dayikan, desteserkirina 56 endamên meclisan, 6 bajarvaniyan û 10 muxtaran, dê bipirsîn.