Mele Bextyar bersiva dezgehên ragihandina Lahor Şêx Cengî dide

Mele Bextyar: Îro beramberî min û Hakim Qadir derew hatine belavkirin, ku me daxwaza mafê penabertiyê kiriye. Di demekê de ti carî baweriya min bi wê yekê nebû ku ez ji Kurdistan derkevim

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê desteya rêvebir a polîtbîroya YNK Mele Bextyar di bersiva xwe de li ser medya Lahor Şêx Cengî got: "Hin kes bi zanebûn kêşeyan ji bo YNK û û serkirdeyên YNK çêdikin û tometên nerewa dixin stiwê têkoşerên YNK".

Bersiva Mele Bextyar piştî raporeke rojnameya "Jiyan" ya nêzîkî Lahor Şêx Cengî hat, di wê raporê de hatibû ku "Hejmarek ji berpirsên pile bilind yên YNK û PDK daxwaza mafê penabertiyê li welatên derve dikin û navê Mele Bextyarî jî wek yek ji wan serkirdeyan hatibû û wêneyekî wî jî li jora raporê hatibû belavkirin.

Li ser vê yekê Mele Bextyar roja 3/12/2017an di dema pêşwaziya wî de ji hejmarek ji Pêşmergên dêrîn yên YNK li devera Ranya got: "Îro beramberî min û Hakim Qadir derew hatine belavkirin, ku me daxwaza mafê penabertiyê kiriye. Di demekê de ti carî baweriya min bi wê yekê nebû ku ez ji Kurdistan derkevim û li Ewropa û Amerîka bijîm, heya di dema enfalan de jî min bawerî bi derketine nedikir".

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha derbasbûyî, hejmarek berpirsên YNK, Kerkûk û navçeyên derdora wê radestî Heşda Şeibî û hêzên Iraqî kirin û piştî ku Mele Bextyar di daxuyaniyekê de rexneyên tund li wan kesan kir yên ku Kerkûk radest kirine, ji wê demê ve dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Lahor Şêx Cengî, di raporên xwe de gellek caran êrîşî wî û hejmarek berpirsên din yên YNK û PDK dikin.

Herweha ev bû diwem car li dijî Kemal Kerkûkî raporan belav dikin, ku berî niha jî heman dezgehan nûçeyek nerast li ser dîtina nameyekê di mala Kemal Kerkûkî de li Kerkûkê belav kiribûn.