Encûmena Pîran a Amerîka pirojeyasayekê li dijî Tirkiyê amade dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Komisyona Asayiş û Hevrêziya Amerîka li gel Ewropa û sînatorê Amerîka Roger Wicker, pirojeyasayek amade kiriye û têde ji serokê Amerîka Donald Trump xwestiye, ku li dijî nebûna azadiya olî li heft welatan karekî bike.
Li gorî rojnameya Hurriyet ya Tirkî, Wicker derbarê pirojeyasayê gotiye: "Bav û bapîrên me, azadiya olî kirin bingeheke giring ji Amerîka re. Serok Trump wê rûhiyetê dike bingeheke giring ya serokatiya Amerîka".
Navhatî got jî: "Ev pirojeyasa ji bo peydakirina karvedanekê ye li dijî wan Hikûmetên ku azadiya olî sînordar dikin".
Her yek ji welatên Tirkiye, Rûsya, Azerbêcan, Kazaxistan, Tacîkistan, Tirkumanistan û Ozbakistan, navên wan di wê pirojeyasayê de hatiye.
Berî niha jî welatên Ewropaş dilgiraniya xwe li ser sînordarkirina azadiyê li Tirkiyê dabû xuyakirin.
N.O