Îmarat bala Tirkiye kişand

Wezîrê derve yê Îmaratên Yekgirtî yên Erebî Enwer Gargaş, di babeta piştgiriya Tirkiye ya ji bo Qeterê de bala Tirkiye kişand û got: Tirkiye divê biaqil tevbigere!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Îmaratên Yekgirtî yên Erebî Enwer Gargaş, di babeta piştgiriya Tirkiye ya ji bo Qeterê de bala Tirkiye kişand û got: Tirkiye divê biaqil tevbigere!

Li gor agahdariyên ji ajanda Reuters, Gargaş di daxûyaniya xwe li paytexta Fransayê Parîsê de ragihand ku, piştgiriya Tirkiyê ji bo şkandina dorpêça liser Qeterê ya ku ji alî çandîn welatî Erebî ve hatiye danîn, ne di berjewendiya Tirkiyê bi xwe de ye û Tirkiye divê ligor vê rastiyê tevbigere.

Balkêş e ku, Gargaş hewlên Kuweytê ji bo çareseriya pirsgîrêka Qeterê bi erênî destnîşankir, lê rexne li Tirkiyê girt.