Sedir û Ebadî xewna Amirî pûç dikin

Jêderekî siyasî Iraqî ragihand "Ew hevpeymaniya di nav Muqteda Sedir û Heyder Ebadî de çêbûye, Hadî Amirî ji wergirtina postê serokwezîr dûr dixe".

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî siyasî Iraqî ragihand "Ew hevpeymaniya di nav Muqteda Sedir û Heyder Ebadî de çêbûye, Hadî Amirî ji wergirtina postê serokwezîr dûr dixe".

Wî jêderê Iraqî ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji rojnameya El-Şerq Ei-Ewset re got: "Ew hevpeymaniyên hatine ragihandin corek in ji guherîna dîmenê siyasî li Iraqê û bûye sedema nezelaliyê di nexşeya siyasî de û careke din Iraq li çargoşeya taîfegeriyê vedigerîne. Di demekê de ku berî niha danûstendin li ser pêkanîna kutleyeke mezin dihat kirin, ku dûrî taîfegeriyê be. Ji bilî wê yekê û ji ber ku gellek kesan çavê xwe berdaye postê serokwezîr dîmen şelûltir bûye".

Heman jêderî got jî: "Tevî ku Ebadî wek kesekî xwedî şens ji bo wergirtina postê serokwezîr dihat naskirin, lê Hevpeymaniya Fetih, serokê xwe hadî Amirî ji bo postê serokwezîr berbijar kir û Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî berbijar kiribû, ji bilî wan jî, her yek ji wezîrê berê yê pîşesaziyê Mihemed Şeya'i Sûdanî û parêzgarê berê yê Besra Xelef Ebdilsemed xwe berbijar kirine, ku ew jî ser bi aliyên Şî`î ve ne".

Roja 12/5/2018an, hilbijartinên Perlemana Iraqê hatin kirin, lê heya niha nediyar e kengî wê desthilata dadwerî encaman pesend bike û piştre ji nav hêzên siyasî kutleya herî mezin wê hikûmetê pêk bîne.

N.O