Malbata Barîn Kobanî li hêviya termê keça xwe ne

Birayê Barîn Kobanê ji Kurdistan24ê re got: Dijminan xwestin bi sivkatîkirinê bi termê şervanên me, îradeya me bişkînin, ew tiştê ku nekarîn di şer de bikin, di serê termên şervanan de derdixin

K24 - Navenda Nûçeyan

Barîn Kobanî, ew şervana YPJ, piştî ku di şerê Efrînê de canê xwe jidest da, ji aliyê çekdarên hin girûpên bi navê (Artêşa Azad) ve, sivkatî bi termê wê hat kirin, niha jî termê Barîn di destê çekdarên wê girûpê de ye û dayik û birayê Barîn li ser wê pirsê ji Kurdistan24ê re daxuyanî dan.

Hemû ew kesên beşdarî merasîma veşartina terman bûn, xemgîn bûn ji ber jidestdana zarokên xwe û wêranbûna Efrînê bi sedema bordûman û topbarana Tirkiyê, lê malbata Barîn Kobanî ji hemûyan bêtir xemgîn bûn, ji ber ku heya niha termê keça wan nehatiyê vegerandin.

Ehmed Umer, birayê Barîn Kobanê, ji Kurdistan24ê re got: "Dijminan xwestin bi sivkatîkirinê bi termê şervanên me, îradeya me bişkînin, ew tiştê ku nekarîn di şer de bikin, di serê termên şervanan de derdixin, çawa zarokên me dikujin, bi heman awayî sivkatiyê bi termên me dikin.

Dayika Barîn Kobanê, li nav merasîma veşartina termên şervan û welatiyên Efrînê rawestiya bû, lê termê keça wê ne di nav wan terman de bû û bi dilekî xembar û bi çavên tije rondik, ji Kurdistan24ê re got: "Barîna min bi tenê maye, nizanim Tirkiye çi ji me dixwaze".