Wêstgehên jiyana lîwa Fadil Berwarî

Fadil Cemîl Berwarî, efserê pilebilind ê Kurd bû li nav Artêşa Iraqê û dawîn pileya serbazî ku pê hatibû dayin, pileya lîwa bû.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Fadil Cemîl Berwarî, efserê pilebilind ê Kurd bû li nav Artêşa Iraqê û dawîn pileya serbazî ku pê hatibû dayin, pileya lîwa bû.

Şevê din li bajarê Hewlêrê koça dawî kir û îro termê wî bi amadebûna malbat û dostên wî, li bajarê Dihokê hat veşartin.

Wêstgehên jiyanî Fadil Berwarî:

Di sala 1966an de, li parêzgeha Dihokê jidayik bû.

Di destpêka salên 80ê yî de, ji sedsala derbasbûyî, pêwendî bi hêzên Pêşmergên Kurdistanê re kir.

Piştî xistina rêjêma Be'is, di 2003yan de, pêwendî bi Artêşa Iraqê re kir û di demeke kin de, pileya wî ya serbazî hat bilindkirin û bû fermandeyê Yekeya Hêzên Operasyonên Taybet a Supaya Iraqê, ku ji aliyê Artêşa Amerîka ve dihat rahênankirin û biçekkirin.

Hêza Fadil Berwarî di 2014an de serkirdatiya şerê dijî DAIŞê li Enbarê kir.

Herwiha serkirdatiya hêzên emnî ji bo nehiştina DAIŞê li Mûsil û navçeyên parêzgeha Selahedîn kir.

Di warê serbazî de:

-Di 2004an de, wek fermandeyê fewc, beşdarî di piroseyên Felûce de kir.

-Di 2004an de, bû amir lîwa, piştî ku beşdarî di şerê Necef de kir.

-Di 2004an de beşdarî di şerê rizgarkirina Samera û parastina mezargehên Şî'eyan de kir.

-Her di 2004an de, beşdarî di rizgarkirina bajarê Medain de kir ji çekdarên Qa'îde.

-Di 2005an de, wek fermandeyê lîwa beşdarî di şerê diwem ê Felûca de kir.

-Di 2007an de, bû fermandeyê Operasyonên Taybet yê Iraqê.

-Di 2008an de, beşdarî di operasyonên (Beşair El-Xeyr) li Diyala û Mûsilê kir.

-Di 2008an de, beşdarî di şerên Felûce, Necef, Besra, Diyale û Mûsilê de kir.

-Di piroseyên rizgarkirina Diyale û Mûsilê û navçeyên din ên Iraqê ji çekdarên DAIŞê, ji sala 2014an ve û heya 2017an, bi roleke mezin rabû.

N.O