Komisyona Hilbijartinan: Heya niha lîsta Sedir li pêşya ya Ebadî ye

Komisyonê Hilbijartinan tekez kir, ku ew rêje û data destpêkî ne û eger heye guhertin bi ser wan de bên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî encamên destpêkî li 10 parêzgehên Iraqê, lîsta Hevpeymanî ya Sairûn, ku Muqteda Sedir rêberê Şepêla Sedir serokatiya wê dike, li Bexdayê û beşekî mezin yê parêzgehan yekem e.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset ji ser zimanê peyvdarê lîsta navhatî Qehtan Cibûrî, belav kiriye ku, Hevpeymaniya wan bi tena xwe dijatiya gendeliyê li Iraqê dike û berdewam bizavan ji bo çaksaziyê dike, lewra wan pêşbînî dikir ku keyem derkevin.

Qehtan Cibûrî diyar kiriye, ku wan kesatiyên nû û riwên nû derbasî nav Hevpeymaniya xwe kirine, ev jî sedemek din bû ji serkevtina wan re û tekez kir ku, tevahiya pêkhateyan di lîsta wan de cih digirin.

Ew parêzgehên ku encamên wan yên destpêkî ji aliyê Komisyonê ve hatiye belavkirin ev in: Bexda, Enbar, Wasit, Babil, Musena, Diyale, Kerbela, Zîqar, Besra û Qadisye.

Komisyonê diyar kir, ku heya niha li 8 parêzgehan hûrbînî di dengan de nehatiye kirin, tenê encamên destpêkî belav bûne, ew jî ev in: Hewlêr, Dihok, Silêmaniyê, Kerkûk, Necef, Selahedîn, Mîsan û Nînew.

Komisyonê tekez kir, ku ew rêje û data destpêkî ne û eger heye guhertin bi ser wan de bên.

N.O