Di civîna G7 de Trump gal gal ji Macron û Abe re kir

The Wall Street Journal a Amerîkî: Hestê dilgiraniyê beramberî Trump hebû, lê serokên welatên endam di G7 de, xwe girtin û bihêminî serederî li gel Trump kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di rojên 8-9ê Hizêranê de, civîna G7 di nav serokên Ewropa, Amerîka, Keneda û Japonê li welatê Keneda birêve çû, lê zanyariyên nû hatine belavkirin didin xuyakirin, ku serokê Amerîka Donald Trump gellek gef li serokên welatên endamên G7 kiriye.

Li gorî raporeke rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî: "Hestê dilgiraniyê beramberî Trump hebû, lê serokên welatên endam xwe girtin û bihêminî serederî li gel Trump kirin".

Herwiha rapora wê rojnameyê diyar kir, ku di navbera Donald Trump û serokwezîrê Japonê Shinzo Abe de, li ser pirsa penaberên Meksîkî li Amerîka gal gal ji hev re kirin û Trump ji Abe re got: "Shinzo, ev pirsgirêk ne y ate ye, lê ez karim 25 milyon penaberên Meksîkî ji te re bişînim daku di zûtirîn dem de, tu postê xwe jidest bide".

Derbarê pirsa terorê û Îran, di navbera Trump û serokê Firensa Emmanuel Macron de, nakokî derketin û Trump ji Macron re got: "Divê tu baş zanibe ku hemû terorîst li Parîsê dijîn".

Pêştir jî serokwezîrê Keneda Justin Trudeau rexne li yasaya nû ya bacî ya Amerîka kir û li dijî wan rexneyan Trump li ser Twittera xwe nivîsî: " Trudeau ji piştê ve kêr li me da".

N.O