Glelk malbat Dola Balîsan di dema kîmîyabaranê de şehîd bûne û ti kes ji wan nemayîne

32 salan berî niha, firokeyên rijêma Beisa Îraqê bi dehan bombeyên gaza kîmyayî bi ser xelkê sivîl re barandin li gundên Dola Balîsan, Şêx Wrsan û Xoşnawetîyî.

K24- Dola Balîsan

32 salan berî niha, firokeyên rijêma Beisa Îraqê bi dehan bombeyên gaza kîmyayî bi ser xelkê sivîl re barandin li gundên Dola Balîsan, Şêx Wrsan û Xoşnawetîyî.

Ev hêriş yek bû ji dijwartirîn hêrişên rijêma Bexdayê.Di wê Hêrişê de, Hinek amlbat bi temamî  şehîd bûn û kesek ji malbata wan neman. Gundî çîrokên tircîdî li ser roja kîmyabaranê divegêrin.

Yek ji bînerên bûyrê, çîrokeka tiracîdî ji Me re divêgêre û dibêje:Di dema burdûmanê de dayîkek şehîd dibe û keça Wê ya sav bi tenê dimîne. Bo dema şevek û rojekê her şîrê dayêka xwe ya şehîdbûyî dixwe, heya dema xelk û kesûkarên Wê di hewara Wê savayê diçe.

Behsa wê yekê jî kir ku heya niha ew kiç maye di jîyanê de, lê rewşa Wê ya saxlemîyê neya akincîye û bo wergirtin a çareserîya pêdivî hatîye şandin bo Enqere ya Patext a Turkîyayê.

Hijmar a şehîdan geleke, lê birîndar zêdetirin. Gundên wan hêj kavilbûn pêve dîyare. Xelkê deverê bombe yên peqîyên gaza kîmyayî li ber derê Hola Wêneyên Şehîdan danane. Daku her kesek biçe li wêneyan binere bizane ew ber bi çi çarenivîs hatîne rapêçkirin.

Kîmyabarana gundên Dola  Balîsan, li gor pilanek a tukme û darijtî ji alyê rijêm a Bexdayê ya wê demê hatibû rêvebirin. Lew jî piştî burdûmana kîmayayî bo ser wê deverê, zelamên rijêmê, pişkek ji birîndaran widakirin û bê soraxkirin di dema veguhaztina wan bo nexweşxaneyan. Niha jî herçende piştî serhildanê termên  pişkek ji wan hat vedîtin ûvegerandin warê wan, lê bi dehan gundên din heya niha îarenivîsa wan nedîyare.