Şêwirmenda Esed: Mafê Kurd wek welatî di Sûriyê de heye

Şêwirmenda Serokê rejîma Sûriyê Buseyna Şaban dibêje, li Sûriyê ti cudahî di navbera Kurd û pêkhateyên din de nîn e. Divê Netewên Yekgirtî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Serokê rejîma Sûriyê Buseyna Şaban dibêje, li Sûriyê ti cudahî di navbera Kurd û pêkhateyên din de nîn e. Divê Netewên Yekgirtî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar bike.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şaban li Moskoyê ji K24ê re got: “Kurd beşek in ji Sûriyê. ew jî Sûrî ne. Em li Sûriyê ti carî behsa netew û olan nakin. Em dibêjin tev welatiyên Sûrî ne, Kurd jî mîna pêkhatên din in. Li Sûriyê mafên wan wek welatî di Sûriyê de heye. Sûriya welatek e li ser mafên welatiyan hatiye avakirin, ne li ser bingeha ol û neteweyan.”

Buseyna Şaban beşdarî kongreya Rojhelata Navîn li Moskoyê bû û li ser êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê de got, Tirkiye destûr da ku terorsît derbasî nav Sûriyê bibin û piştî ku ew terorist bi binketin, bi xwe destêwedana Bakurê Sûriyê kir.

Şaban herwiha ragihand, Şamê li ser operasyona li dijî Efrînê ti danûstandin li gel Tirkiyê nekirine. Divê Netewên Yekgirtî Enqerê şermezar bike.

  

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cd49eae2-9d6e-4300-ae9a-2dc86cc40bb1/021918YHY.ism/manifest