Hêzên Iraqî 35 çekdarê DAIŞê li Sûriyê kuştin

Topxaneya hêzên Iraqî bingehên DAIŞê li gundewarê Dêrazora Sûriyê armanc kir û di encamê de 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya hêzên Iraqî bingehên DAIŞê li gundewarê Dêrazora Sûriyê armanc kir û di encamê de 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Serkirdeyê Operasyonên Enbarê yên Heşda Şeibî Qasim Muslih ragihand, topxaneya wan bingehên DAIŞê li bajarokê Sosê li rojhilatê Dêrazorê topbaran kir û di encamê de 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Amaje bi wê yekê kir, di nava kuştiyên DAIŞê serkideyên wê rêxistinê yên wek Ebû Wedah, Ebû Hemzê û Ebû Fetûm jî hene.

Wî serkirdeyê Heşda Şeibî diyar kir jî, hêzên Heşda Şeibî rewşê li rojhilatê Dêrazorê dişopîne û niha rewşa ewlehiyê di bin kontrolê de ye.

Ev yek di demekê de ye, çend roj in firokeyên şer ên Iraqî bêhtirî carekê bingehên DAIŞê li nava xaka Sûriyê bombebaran kiribûn.

Di meha derbasbûyî de, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihandibû, topxaneya wan ligel firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bingehên DAIŞê li nava xaka Sûriyê topbaran kirin.

  

S. B