Şervanan tankeke artêşa Tirkiyê teqandin

Ev ne yekem tanka artêşa Tirkiyê ye ku ji aliyê şervanan ve tê teqandin, pêr jî şervaneke YPJê bi mûşekekê tankeke din ya artêşa Tirkiyê teqand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên YPG û YPJ li ser tora civakî ya Twitterê vîdyoyeke nû belav kirine û têde kêlîka teqandina tankeke artêşa Tirkiyê li gundewarên Efrînê diyar dibe.

Di wê vîdyoyê de, ku şervaneke YPJê girtiye, mûşekek dijî tankan ji aliyê YPGê ve rastî tankeke artêşa Tirkiyê ji corê "Lyopard" ya Almanî tê kirin û di encamê de ew tank bi temamî tê teqandin, lê corê ew mûşeka hatiye bikaranîn diyar nabe.

Ev ne yekem tanka artêşa Tirkiyê ye ku ji aliyê şervanan ve tê teqandin, pêr jî şervaneke YPJê bi mûşekekê tankeke din ya artêşa Tirkiyê teqand.

Roja şemiyê êvarî jê, sererkaniya artêşa Tirkiyê ragihand, ku tankeke wan hatiye teqandin û di encamê de 5 serbazên wan hatine kuştin.

Ji 20ê meha derbasbûyî ve, artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke serbazî bi navê (Şaxê Zeytûnê) kir û heya niha jî berdewam e, lê li gorî daxuyaniyên YPG heya niha ti gundekî efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve nehatiye kontrolkirin.