Kurdistan Rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyê

Rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyê

K24 – Enqere

Digel ku nêzîkî 20 milyon Kurd jî li Tirkiyê dijîn ev 94 çar sal in ku li Tirkiyê zimanê Kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin û gelek caran rastî qedexeyan tê. Gelo li pêşiya zimanê Kurdî çi kêşe hene? Ji bo ku bibe zimanekî fermî çi lazim e? Zimanzan û mamosteyên Kurdî ev mijara bingehîn ya Tirkiyê nirxandin.

Yekemcar di sala 1932an de rewşenbîrê Kurd Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara “Hawar”ê bi tîpên latînî dinivîse û bingeha alfabeya Kurdî ava dike. Bi avakirina alfabeya Kurdî û weşandina kovara “HAWAR”ê bingeha zimanê Kurdî tê avakirin û her sal di 15ê Gulanê de wek “Roja Cejna Zimanê Kurdî” jî ev roj tê pîrozkirin. Di cejna zimanê Kurdî de gelo li Tirkiyê rewşa zimanê Kurdî çi ye? Herwiha ew kêşaya zimanê Kurdî ku di Destûra Bingehîn ya Tirkiyê de hîna jî wek zimanekî nefermî tê dîtin wê çawa çareser bibe?

Bi boçûna zimanzan Ozgur Aydin, Kurdî û zaravayên wê zimanekî herî qedîm yê Mezopotamyayê ye û erka dewleta Tirkiyê jî ew e ku vî zimanê qedîm biparêze.

Akademîsyen û Zimanzan Ozgur Aydin ji K24ê re got: “Dema ku em li cîhanê dinêrin bi sedan dewlet bi pirzimanî tên birêvebirin û tu kêşe jî dernakevin. Li Tirkiyê jî nêzîkî 42 ziman û zaravayên cuda hene û herî zêde zimanê Kurdî tê afaxtin. Hebûna zimanê Kurdî ji bo me jî ji bo Tirkiyê jî dewlemendiyek e. Fermîbûna zimanê Kurdî zirarê nade Tirkiyê, dê Tirkiyê bi hêztir bike.”

Mamosteyê zimanê Kurdî Omer Turanli jî di roja Cejna Zimanê Kurdî de bal kişand li ser perwerdehiya zimanê Kurdî û diyar kir ku li Tirkiyê ji ber Biryarnameyên di Hikmê Yaseyî de, di serî de Enstîtûya Zimanê Kurdî ya Stenbolê, hemû sazî, dibistan û komeleyên ku bi zimanê Kurdî perwerdehiyê didin hatine girtin û astengiyên mezin li pêşiya zimanê Kurdî hene li Tirkiyê.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Omer Turanli got: “Astengiya herî mezin ew e ku Kurd bê statû ne ji ber vê yekê jî zimanê Kurdî wek zimanê fermî nayê naskirin, ev astengiyeke pir mezin e. Divê ku di hemû saziyan de zimanê Kurdî bê bikaranîn. Ya duyemîn jî ew e ku zimanê Kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê, ev li Tirkiyê hêj jî qedexe ye.  Niha divê em hemû malan hemû kûçe û kolanan bikin dibistan ji bo Kurdî.”

Herwiha mamosteyên zimanê Kurdî hêvî dikin ku bi mebesta vê rojê komele û saziyên Kurdî careke din bên vekirin û digel rakirina qedexeyan zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî Û yê perwerdehiyê.